170 Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû dikin

11 October 2022 10:03 0 dîtin
170 Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû dikin

PeyamaKurd – Li Iraqê 170 Parlamenteran daxwaznameyek pêşkêş kirin û daxwaz kirin roja 12ê Cotmehê Parlamento civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê li dar bixe.

Li gor Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî di daxuyaniyeke ji bo medyaya Iraqê de da zanîn, 170 Parlamenteran daxwaznameyek pêşkêş kirine û xwestine roja 12ê Cotmehê Parlamento civîneke taybet ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê li dar bixe.

Herwiha îro salek di ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re derbas dibe, lê heta niha aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê negihîştine tu rêkeftinekê.