227 koçber ji balafirgeha Agiriyê sandin Afganistanê

12 May 2023 00:37 0 dîtin
227 koçber ji balafirgeha Agiriyê sandin Afganistanê

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Tirkiyê, rêvebiriya giştî ya koçberan ragihand ku 227 koçberên Afxanistanê ji Agiriyê ji balafirgeha Ahmedê Xanî şandin Afxanistanê.

Li balafirgehê cendirme koridora ewlehiyê çêkirin û ji korîdorê de koçberan birin salona balafirgehê. Piştî amadekirina ewraqan, koçberan li balafirê siwar kirin û wan şandin welatê wan.

Di nava 2 rojan de, 454 koçber ji Tirkiyê şandin derveyê welatê Tirkiyê.