27 sal ji ser ‘Komkujiya Sêwasê’ derbas bû!
PeyamaKurd - 27 sal ji ser komkujiya Sêwasê derbas bû. Di komkujiyê de 37 kesan can dabûn. Ji bo bîranîna komkujiya Sêwasê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî pêk hatin. Herwiha HDP jî di van çalakiyan de, daxwaza dubare vekirina dosya û destpêkirina lêkolînan kir.
Ji bo bîranîna komkujiya Sêwasê li, Enqere, Îzmîr, Sêwas û hin bajarên din ê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin. HDP jî daxwaza dubare vekirina dosyeyê û destpêkirina lêkolînan derbarê vê bûyerê de dike.
Piştî ewqas dem ji ser derbas bûye jî, hê berpirs û kujerên 37 kesan nehatine girtin û darizandin.
Hevserokên HDPê, Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî bi daxuyaniyekê bo 27mîn salvegera Komkujiya Sêwasê ragihandin, ku qurbaniyên wê komujiyê ji bîr nakin û tekez kirin ku dewletê nexwestiye heta niha vê bûyerê zelal bike û kesên li pişt vê komkujiyê dadgehî bike.
Di 2ê Tîrmeha 1993an de li Hotêla Madimak a bajarê Sêwasê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn, can dan. Du kesên ku di bûyerê de şewitîn êrîşkar bûn.
Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke “Komkujiya Sêwasê” tê binavkirin.
Rûniştvanên bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunne mezheb in.
Wê demê komeleya Elewiyan û kesayetî û şaîr û rewşenbîr û nivîskarên Elewî dixwestin beşdarî Festîvala Pîr Sultan Ebdal bibin, ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.
Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.
Dosyeya komkujiya Sêwasê piştî 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbas bûye, hate girtin û heya niha jî ti lêkolînek an encamên lêkolînekê derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.
Du roj berî ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwasê belavokek hatibû belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.
Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasîma destpêkirina festîvalê de amade bibû

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin