29 sal ji ser ‘Komkujiya Sêwasê’ derbas bûn
PeyamaKurd – 29 sal ji ser komkujiya Sêwasê derbas bûn. Di komkujiyê de 37 kesan can dabûn. Ji bo bîranîna komkujiya Sêwasê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî pêk hatin.
Piştî ewqas dem ji ser derbas bûye, hîn berpirs û kujerên 37 kesan nehatine girtin û darizandin.
Di 2ê Tîrmeha 1993an de li Hotêla Madimak a bajarê Sêwasê, di bûyereke şewatê de 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn, can dan. Du kesên ku di bûyerê de şewitîn êrîşkar bûn.
Ew bûyer di nava xelkê de û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke “Komkujiya Sêwasê” tê binavkirin.
Rûniştvanên bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û Sunnî nin.
Wê demê komeleya Elewiyan û kesayetî û şaîr û rewşenbîr û nivîskarên Elewî dixwestin beşdarî Festîvala Pîr Sultan Ebdal bibin ku ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû organîzekirin.
Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tohmetbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de tu lêkolîn nehat kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.
Dosyeya komkujiya Sêwasê piştî 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbas bûye, hate girtin û heya niha jî tu lêkolîn an encamên lêkolînek di derbarê bûyerê de nehatiye belavkirin.
Du roj berî ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwasê belavokek hatibû belavkirin û tê de amaje bi wê yekê hatibû kirin ku di rojnameya Aydinlik de ku wê demê nivîskar Aziz Nesin sernivîskarê wê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.
Aziz Nesîn roja 1ê Tîrmehê di merasîma destpêkirina festîvalê de amade bibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin