28 hezar Sûriyeyî ji Urdunê dageriyan Sûriyê

05 December 2018 00:33 0 dîtin
28 hezar Sûriyeyî ji Urdunê dageriyan Sûriyê

PeyamaKurd- Piştî sînorê navbera Urdun û Sûriyê vebû, heya niha Sûriyeyiyên ku li Urdunê bûn, ji wan 28 hezar kes dageriyan welatê xwe. Li gor ragihandina berdevkê rêvebiriya koçberan ya bi ser wezareta karên hundir Ahmed El Kefawin; ji meha cotmeha borî heya niha 28 hezar derbasî Sûriyê bûne.

Kefawin got ku ji van koçberan 3 hezar û 400 kes ji wan bi awayê multeciyan weka fermî li Urdunê diman. Li gor berdevkê rêvebiriya komîseriya Neteweyên Hevgirtî yê Urdunê Muhammed El Hiwarî li welatê Urdunê 674 hezar koçberên Sûriyê yên qeydkirî hene.

Komîseriya Neteweyên Hevgirtî yê Urdunê di vê dawiyê de 3 heb anketan di nava koçberên Sûriyê de çêkirine û di encamê de diyar bûye ku ti kes ji wan, di nava 12 mehên dawiyê de naxwaze ji Urdunê veqete. Tenê yên ku dixwazin sala pêşiya me ji Urdunê veqetin jimara wan %8 e.