3 koçberên Afgan ên li Wanê hatibûn girtin can dan, 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Çaldiran a bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê koçberên Afgan ên hatibûn desteserkirin, dema veguhestinê wesayîta leşkerî ya ku tê de bûn qeza kir.
Hat ragihandin ku 3 koçberên Afganî yên ji ser Wanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û hatibûn desteserkirin, di encama qulibîna wesayîta leşkerî ya pê dihatin veguhestin de can dane û 4 ji wan jî birîndar bûn. Herwiha hat zanîn ku 2 leşker jî di qezayê de birîndar bûne.
Koçberên birîndar ji bo nexweşxaneya Çaldiranê û termên her 3 koçberên mirî jî ji bo morgê hatine veguhestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye 65 koçberên bi qaçaxî derbasî Wanê bûbûn doh Pêncşemê li navçeya Westanê ya 134 km dûrî sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn desteserkirin ku 63 kes ji wan afganî bûn.
Li gorî amarên li ji herêma sînorî têne berhevkirin, bi taybet piştî vekişîna Amerîka ji Afganistanê ji ser Îranê ve rojane bi qasî Hezar koçberên Afganî bi ser Bakurê Kurdistanê derbasî Tirkiyê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin