305 rêxistinên civakî li Amedê daxuyaniyek dan: Têkosîna ji bo astiyê piroz e!

29 June 2019 16:58 0 dîtin
305 rêxistinên civakî li Amedê daxuyaniyek dan: Têkosîna ji bo astiyê piroz e!

PeyamaKurd - 305 rêxistinên civakî ku di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê de kom bûn. Rêxistinan diyar kirin ku têkoşîna ji bo aştiyê pîroz e û xwestin hemû rêxistinên civakî û demokratîk berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêma Amedê têkildarî geşedanên dawî û peyamên Serokê PKKê Abdullah Ocalan li Hola Resepsiyonê ya Parka Sumer a Yenîşehîrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêmê de 305 rêxistinên sivîl hatin cem hev.

Li salonê pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet aşitî" daliqandin. Daxuyaniya bi kurdî û tirkî hat xwendin: Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tirkiye bi vê pêvajoya neyînî ya cîhanê re di serî de ji ber înkar û pişaftina li ser Pirsgirêka Kurd her ku diçe, ber bi jêr ve diçe. Pê re jî ber bi desthilatbûnê ve diçe. Di bingeha xwe de ev qeyraneke mirovahiyê ye. Di encama vê de jî di serî de li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê pevçûn û tundî weke riya yekane li ser gelan tê ferzkirin.”

'HEMÛ SAZÎ BERPIRSIYAR IN' 

Ucaman diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên neolîberal dixwaze modernîteya kapîtalîst li herêmê û Rojhilata Navîn bide domandin û hîn kûrtir bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku li hember van hemû zîhniyetan tekoşîna maf, wekhevî, demokrasî û azadiyê divê bê dayin. Di van rewşan de li hember tundiyê derketin û xwedî derketina li tekoşîna ji bo demokrasîyê berpirsiyariya hemû saziyan e.”

Ucaman bi lêv kir ku bi demokrasiyê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dikarin bi ser bikevin û wiha berdewam kir: “Em di vê baweriyê de ne ku gelen me hemî jiyaneke bi rûmet heq dikin û ev jî ancax dikare bi rê û rêbazên  aştiyane û bêy tundiyê bê holê. Ku ev nebe em dibînin ku; şer, pevçûn û qeyran her ku biçe dê kûrtir bibe.” Ûcaman bi bîrxist ku ew berpirsiyarin ku xerabiyê nepejirînin û başiyê bidin ber xwe û wiha got: “Li ser vê em bawer dikin ku; hemû hêzên  li aliyê demokrasî, wekhevî û azadiyê; rewşenbîr, nivîskar, saziyên sivîl, jin, ciwan û rûsipî dê vîneke wisa derxin holê, tekoşînê bidin û dê bi ser bikevin.”

'TÊKOŞÎNA JI BO AŞTIYÊ PÎROZ E' 

Ucaman diyar kir ku weke rêxistinên sivîl ên civakê wan her dem di vê tekoşîna aştî û azadiyê de gelek bedel dane û wiha berdewam kir:

“Lê bele van bedelan ji bo tekoşîna aştî û azadiyê em hîn bibiryartir û xurttir kirine. Bi vê re em dibên ku tekoşîna ji bo aştiyê pîroz e. Di vî warî de tê xuyakirin ku bi van riyên tekane ev pirsgirêk nayin çareserkirin. Bi tekoşina bi rêbertiya Hevseroka KCDê Leyla Guven dest pê kir û li hemû zindanan û cîhanê belav bû û bi saya serê dayikên me ên çarik sipî û tekoşîna saziyên me, me li Tirkiyeyê gaveke gelek mezin ber bi aştiyê ve avêt.”

'PIRSGIRÊKA KURD BI MUXATABAN RE ÇARESER DIBE' 

Ucaman dest nîşan kir ku Serokê PKKê Ocalan hem di Newroza 2013yan de û hem jî di danezana 6ê Gulana  2019yan de da xuyakirin ku çareserî ne di rêyên tekane û tundiyê de ne û wiha got:

“Çareserî di hêzên nerm, biaqil, polîtîk û çandî de ye. Ji bo çareseriyeke demokratik û aştiyane fersendeke dîrokî li ber me ye. Lê bele van demen dawî ku dîsa operasyonên derveyî welat û hundirîn dest pê kirine hêviyên me kêm dikin. Demildest divê dev ji van polîtîkan bê berdan. Divê tiştekî wisa bê afirandin ku hemû gel mafên xwe ên kolektîf dikaribin bikar bînin û bijîn. Divê dev ji van riyên ku em dizanin encam jê naye girtin bê berdan. Divê ji bo çareserkirina  Pirsgirêka Kurd, bi muhatabên vê pirsgirêkê re; bi riyên aştiyane çareserî bê dîtin û ev fersend ji dest neye berdan.”

'DEMOKRASÎ DAXWAZA HEMÛ GELAN E' 

Ucaman dest nîşan kir ku hemû çalakiyên xwe ên demokratîk, ji bo demokratîk kirina Tirkiyeyê  li dar dixin û wiha axivî: “Di hilbijartina dawî de hate dîtin ku xwestekên demokratîk, xwestekên hemû gelan in. Di vê hilbijartinê de hate xuyakirin ku hemû xwestekên civakî ancax bi demokratîkbûyînê dikarin bêne cih. Em hemû aliyan ji bo bilindkirina xwestekên demokratik vedixwînin tekoşînê.”

Ucaman herî dawî wiha got: “Em weke  rêxistinên demoqratîk ên civakî, ked û pîşeyî, ên ku destnîşana wan li jêr heye; weke hemû gelen li herêmê û li Tirkiyeyê; komên olî, jin, ciwan, Saziyên Sivîl ên Civakî û saziyên demokratîk; em hemû aliyên civakê vedixwînin ku li derdora xwestekên demokratîk bibine yek, xwestekên xwe yên demokratîkbûyînê bilind bikin, li hember polîtîkayên desthilatdarbûyînê bisekinin û bi hev re tekoşînê bimeşînin. Disa em ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û birûmet bê çareserkirin û aştiyeke mayinde bê bidestxistin, em hemû aliyên civakê vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”