Rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek li ser revandina welatiyan belav kirin
PeyamaKurd – Gelek rêxistinên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê revandina welatiyan ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve şermezar kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kirin, hemû girtiyên bîr û baweriyan azad bikin.
8 rêxistinên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin, revandina hejmarek ji welatiyan ku piraniya wan medyakar in ji aliyê dezgehên ewlekariyê li herêmên Rêveberiya Xweser, cihê dilgiraniyê ye.
Hat destnîşankirin, medyakar û endamê Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan DAD Izedîn Mela, medyakar Berzan Liyanî, medyakar Mihemed Salih Şilaş, Fermez Ebdulkerîm, Ebdulxefar Mihemed û Mihemed Eyo ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve hatine revandin û bi ser mala Weysî Şêxî de jî hatiye girtin.
Sazî û rêxistinan di daxuyaniyê de eşkere kirin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji encama dorpêç, hişkesaliyê û gefên terorê, di rewşeke zehmet re derbas dibe, di vê rewşê de diviyabû desthilat ewlehî û aramiya welatiyên xwe û debara jiyana wan biparêze, ne ku ji ber cudahiya nêrîn, bîr û baweriyan wan binçav bike.
Herwiha 8 rêxistinan daxwaz ji aliyên pêwendîdar kirin, bê şert û merc van kesên binçavkirî û hemû girtiyên din ên ji ber bîr û baweriyan xwe hatine girtin azad bikin, binpêkirinan nehêlin û pabendî pîvanên mafên mirovan bibin û azadiyan biparêzin.
Rêxistinên li binê daxuyaniyê îmze kirine:
- Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Bîr û Baweriyan li Sûriyê – Rewangeh.
- Rêxistina Kurdî a Mafên Mirovan li Sûriyê DAD.
- Rêxistina Mafên Mirovan – MAF.
- Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.
- Komîteya Mafên Mirovan a Hevdîtina Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê.
- Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanî.
- Rêxistina Jina Kurd a Azad.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin