Kelar | Rêxistinên civaka sivîl ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên lehiya Hewlêrê dest bi kampanyayê kirin

20 December 2021 10:59 0 dîtin
Kelar | Rêxistinên civaka sivîl ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên lehiya Hewlêrê dest bi kampanyayê kirin

PeyamaKurd – Rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Kelar ê navenda îdareya Germiyanê, piştî çêkirina civînekê, biryar dan heft rojan dest bi wergirtina hevkariyê bikin ji bo lêqewmiyên lehiya Hewlêrê.

Yek ji rêxistvanên kampanyayê Rêber Ehmed Şêxlengerî ku di heman demê de berpirsê ragihandina wê kampanyê ye diyar kiriye: ‘‘Wek rêxistinên civaka sivîl û sermayedar û mamostayên olî yên bajarê Kelarê, kampanya Kelarê ya ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên lehiya Hewlêrê me ragihand.’’

Herwiha eşkere kiriye: ‘‘Roja 20.12.2021ê heta 27.12.2021ê saet 09:00an, li Mala Aho li Kelarê dest bi komkirina alîkariyan wê bê kirin. Her kesê ku bixwazê, dikare bi pare yan jî cilûberg û pêdiviyên navmalê û xorak ve beşdarî bibe.’’