48 dever, herêmên taybet ên ewlekariyê hatin ragihandin
PeyamaKurd- Bajarê Entabê sînorê wê bi yê Kurdistana Sûriyê re gelek dirêje û li ser sînorê navbera Binxetê û Entabê 48 dever bo 15 rojan, herêmên taybet yên ewlekariyê hatin ragihandin.
Qedexe ji 1 ê mehê siet ji 00.01 ê destpêdike û heya roja 15 ê mehê siet 23.59 dewam dike. Îzna çûn û hata van herêman di destê esker û rêvebiriya jendirmeyan de ye.
Parêzgeha Entabê biryara xwe weka fermî ragihand û sedema biryarê jî ewlekariya li Sûriyê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin