Li Sirnexê 'herêmên ewlekariya taybet' hatin ragihandin
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta operasyonên ser PKKê ji bo 7 rojan hin dever wek herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê li çiyawarên Gabar, Cûdî û bilindahiyên din ên Şirnexê ‘herêma ewlekariya taybet’ hate ragihandin û ji bo 7 rojan çûnûhatina welatiyan bo wan herêman hate qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê qedexe ji 24ê Hezîranê heta 30yê Hezîranê berdewam be.
Li aliyê din doh 20ê Hezîranê jî li çiyawarên Bêşebab û Qileban a Şirnexê jî ji bo 15 rojan qedexe hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin