Dersîm | 4 herêm heta dawiya salê wek `herêma ewlekariya taybet` hatin ragihandin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Dersîm a Bakurê Kurdistanê, 4 herêm heta dawiya salê wek `herêma ewlekariya taybet` hatin ragihandin.
Li gor Parêzgeriya Dersîmê diyar kir, bi sedema operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de ku bi biryara Serokkomariyê tên birêvebirin, herêmên Geliyê Eli û Çemê Kiran yên ser bi navçeya Xozatê û li herêmên Egerci û Karadere yên ser bi navçeya Pulurê heta 31ê Kanûna 2022an wek herêma `ewlekariya taybet a demkî` hatin ragihandin.
Parêzgerî di daxuyaniya xwe de eşkere dike, ev biryar bi armanca ewlekariya can û malê welatiyan hatiye wergirtin û di vê çarçovê de wê biryar bê cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin