Li Colemergê herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin

15 July 2019 18:10 0 dîtin
Li Colemergê herêmên ewlekariya taybet hatin ragihandin

PeyamaKurd - Li navçeyên bajarê Colemêrgê û 4 qezayên girêdayî wê li Bakurê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin. 

Li gora daxuyaniyeke parêzgariya Colemêrgê ku li ser malpera fermî ya parêzgehê hatiye belavkirin, ji ber berdewamiya şer û pevçûnan di navbera Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK de, li çend navçeyên ser bi navenda bajarê Colemêrgê û qezayên Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê wekî, herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin. 

Parêzgariya Colemêrgê diyar kir, qedexeya li wan cihan dê 14 rojan ango ji sibe 16ê Tîrmehê heta 30yê mehê berdewam be. 

Daxwaz ji welatiyan hat kirin ku bo parastina can û malê xwe, pabendî rênimayiyan bin û dûrî wan navçeyan bimînin.