5 endamên demkî yên Konseya Ewlehiyê ya NY diyar bûn

09 June 2022 21:52 0 dîtin
5 endamên demkî yên Konseya Ewlehiyê ya NY diyar bûn

PeyamaKurd – Di encama hilbijartina di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de, ji bo 5 endamên demkî yên Konseyê destnîşan bikin dengdanê kirin û di encamê de Ekvador, Japonya, Malta, Mozambik û Îswîçre bûn endamên nû yên Konseyê. Wê endamên demkî yên nû ji bo salên 2023-2024 endamtiya Konseyê bikin.

Welatê Îswîçre di dîroka xwe de cara yekêye ku bûye endamê Konseyê yê demkî. Ji bo welat bibin endamên demkî yên Konseyê, divê ji 193 welatan 2/3 yê dengan bistînin. Di dengdanê de dengê na tine lê yê bêndengiyê heye.

Endamtiya her 5 welatan di 01.01.2023 an de destpêdike.