Endamên konseya Ewlehiyê destekê dan Guterres da serê Rûsya û Ûkraynayê raweste
PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî destekê da sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ji ber xebatên wî yên ji bo navbeynkariya Rûsya û Ûkraynayê. Konsey belavoka destekê bi yekdengî qebûl kir.
Di konseyê de 15 endam ku Rûsya jî di nav wan de ye, temamên endaman endîşeya xwe ya ji bo aştî û asayîşa li Ûkraynayê ragihandin û weha gotin:
“Konseya Ewlehiyê ji bo lêgerîna sekreterê giştî ya ji bo çareseriya aştiyane di navbera Rûsya û Ûkrayna de, bi xwurtî destekê dide. Temamê dewletên endam li gor peymana Neteweyên Yekgirtî; sozê çareseriya pirsgirêkên navdewletî di rêya aştiyane de, didin. Divê Guterres di wexteka nêz de agahiyan bide endamên konseyê.”
Ev belavok belavoka yekem ya konseyê ye ku ji destpêka şerê Rûsya-Ûkraynayê heya niha hat belavkirin. Li aliyê dinê Guterres bi awayeka nivîskî ragihand ku ji belavoka konseyê raziye û weha got:
“Îro konseya ewlehiyê cara yekeme ku ji bo aştiya Ûkraynayê bi yek dengî deng dan. Ji bo rizgarkirina jiyanê, kêmkirina êşê û peydakirina rêya aştiyê, ez ê ji ti xebatî xwe dûr nexim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin