5 gumanbarên bûyera Pasûrê hatin girtin
PeyamaKurd- Serdozgerê Diyarbekirê li ser bûyera ku li navçeya Pasûr a bi ser Diyarbekirê de rûdabû û di encamê de 5 kesên ku bo xwe çûbûn da êzingan bînin, teqemeniya ku xistibûn bin rê teqiyabû û di encamê de ew 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn, li ser bûyerê 5 kesên gumanbar hatin binçavkirin.
Serdozgerî li ser bûyerê di derbareyê 6 kesan de biryara binçavkirinê da û ji wan 5 kes hatin binçavkirin. Ji wan 6 kesan yek ji wan niha firare. Li baregeha cendirmeyan îfadeyên gumanbaran niha tê girtin. Di nava gumanbaran de hene ku berê di derheqê wan de, ji “propogande ya rêxistin a terorê” dozên wan dewam dikin.
Bo girtina kesê din operasyon dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin