500 ton kartolên Kurdistanê ji Îmaratê re hatin sandin
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Tebaxê 200 ton kartolên parêzgehên Hewlêr û Duhokê ji Îmarata Erebî re şandin ku di nava hefteyê de jî 300 ton hatibûn şandin.
Biryare heftane 500 ton kartolên Kurdistanê bo Îmarata Erebî bên hinardekirin.
Berdevkê Desteya Veberhênanê Bergeşt Akreyî ragihand ku Kuweyt, Urdun û Azerbaycanê jî ji Herêma Kurdistanê kartol xwestine û îro 7ê Tebaxê jî 200 ton kartolên parêzgeha Hewlêr û Duhokê hinardeyî Îmarata Erebiyê hatin kirin.
Bergeşt Akreyî diyar kir, “Ji niha û pê ve dê heftane 500 ton kartol bên hinardekirin ku niha nêzîkî 5 hezar ton kartol di embarên Herêma Kurdistanê de hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin