Serokatiya Kurdistanê bersiv da îdiaya ku Îmaratê çek sandine
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva da îdiaya medya erebî ku dibêjin, ji Îmarata Erebî bi balafireke barhilgir çek hatine Hewlêrê.
Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê nûçeya şandina çekan ji Îmaratê bo Kurdistanê red kir û got, bi temamî bêbingeh e û ji hemû rastiyan dûr e.
Çavkaniyê berpirs a Serokatiya Kurdistanê li ser mijarê ji Rûdawê re ev daxuyanî daye:
“Ti rastî û bingehek bo wê nûçeyan nîne ku çend roj e li ser hinek televîzyon û malperên Erebî tên belavkirin û ji aliyê beşek ji malperên Kurdî ve jî tên veguhastin ku qaşo piştî serdana birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê, 3 firokeyên balhilgir çek anîne û daketine bo firokeya navdewletî ya Hewlêrê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin