Serokatiya Kurdistanê daxwazek ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê kir û bersiv hat dayîn...

12 July 2023 18:28 0 dîtin
Serokatiya Kurdistanê daxwazek ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê kir û bersiv hat dayîn...

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku 10ê Tîrmehê roja Duşemê bi îmzeya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, nivîseke fermî ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê re hate şandin. 

Di nivîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de, ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê hate xwestin ku hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Kurdistanê birêve bibe. Herwiha ji Iraqê hate xwestin ku hilbijartinên parlamentoyê bi hilbijartinên parêzgehan re bêne kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li ser vê daxwazê ragihand ku pêwîstiya wan bi 6-7 mehan heye.

Hate diyarkirin ku di tarîxa 27/03/2023 û biryarnameya 90 a herêmî de, biryar hatiye dayîn di dîroka 18/11/2023 de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bêne kirin û ji komîsyonê jî hatiye xwestin ku hilbijartinên parlamentoyê hevdem bi hilbijartinên 18ê Kanûnê yên parêzgehan re bêne encamdan.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelawî bersiv da daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê û got: “Komîsyona Hilbijartinan gelek caran dubare kiriye ku amade ye serperiştiya hilbijartinên Parlamentiya Kurdistanê bike, lê belê em tekez dikin ku em nikarin herdu hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin, pêwîstiya me herî kêm bi şeş heta heft mehan heye, da ku em amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin.”