61 saziyên Bakurê Kurdistanê banga lêpirsîneke sefaf bo êrîsa ser malbata Duhokî kir
PeyamaKurd – 61 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê êrîşa li ser rêya Nisêbînê ya qetilkirina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo ku bûyerên wiha careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were meşandin”.
61 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê ragihandin: “5 kesên ku ji cîranê me yê bajarê Duhokê bi rêya Xabûrê derbasî welatê me bûn û li ser rêya Nisêbîn-Qoserê bi êrîşeke hovane hatin qetilkirin. Em ji bo qurbaniyan rehmet û ji malbatên wan ên xemgîn re sebr û sersaxiyê dixwazin. Ji ber desteserkirina gumanbarên kuştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û radestkirina wan bo dadgehê, em spasiya xwe dikin.”
Hat diyarkirin: “Lê belê, hêviya me ew e ku bûyerên bi vî rengî ti car rûnedin û derfet nedin vê yekê. Em hevxemê birayên xwe û cîranên xwe ne, ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em kujeran bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku lêpirsîna dozê bi awayekî şefaf û bi hûrgilî were meşandin.”
Şeva Pêncşemê 19ê Çile li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin û 5 kesan can di wê êrîşê de can da.
Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê heta niha 6 kesên gumanbarên êrîşê hatine desteserkirin ku hatiye ragihandin, lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike. Di serî de malbatên qurbaniyan û berpirsên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin, bi awayekî şefaf lêpirsîn were kirin û tawanbar li ber dadgehan bên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin