6mîn merasîma derçûna li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê

02 June 2024 21:33 0 dîtin
6mîn merasîma derçûna li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê

PeyamaKurd – 6emîn merasîma derçûna li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê bi beşdariya Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên gelek welatan hat lidarxistin.

Piraniya xwendekarên ku vê dewreyê diqedînin xizmên şehîdên şerê DAIŞê û girtiyên siyasî ne ku bê pere perwerdeyê dibînin.

Beriya ku merasîma mezûniyetê destpê bike, Serokwezîr bi xwendekar û akademîsyenan re wêneyê bîranînê kişand û ji nêz ve ew pîroz kir.

Berpirsê Ragihandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Halmat Kwêsteyî di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ji K24ê re ragihandibû, ku ji bo 68 xwendekarên fakulteyên endazyarî, karsazî, zanistî, hunerî û lêkolînên navneteweyî dê bawername bên dayîn.

Helmet Kwêsteyî da zanîn ku piraniya xwendekarên ku vê dewreyê xilas kirine xizmên şehîdên şerê DAIŞê û girtiyên siyasî ne û got ku ev çend sal in ev xwendekar li zanîngehê bêpere perwerdeya xwe dibînin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê di sala 2014ê de hatiye damezrandin û heta niha 6 semester qedandiye. Hin ji zêdetirî 700 mezûnên beşên cihêreng niha li zanîngehên navdar ên cîhanê dixwînin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji çar kolej û 10 beşên cuda yê zanistî pêk tê; Bazirganiya Kedê, Zanistiya Komputerê, Sêwirana Navxweyî, Siyaseta Giştî, Medya û Ragihandin, Hemşîretî û Endezyariyê. Ev zanîngeh hem ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye pejirandin û ji ber wê jî yek ji baştirîn û navdartirîn zanîngehên Iraq û navçeyê ye.

Zimanê perwerdê yê zanîngehê îngilîzî ye û ew xwendekaran bi pergalek "hunerên lîberal" perwerde dike ku berî xwendina di warê taybetî de qursên cûrbecûr di warê zanistên mirovî û xwezayî de pêşkêş dike. Ev cureyê sîstemê bi berfirehî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê sepandin.