75 roj in gelê Rojhilat û Îranê li ser piya ye: Ji bo 3 rojan banga greva gistî hat kirin

01 December 2022 21:44 0 dîtin
75 roj in gelê Rojhilat û Îranê li ser piya ye: Ji bo 3 rojan banga greva gistî hat kirin

PeyamaKurd – Protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê, 75 roj in bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên din ên Îranê berdewam dikin û heta niha li gorî amarên dawî hatine eşkere kirin, 459 xwepêşander bi êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin.

Li aliyê din sazî û rêxistinên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo 5, 6 û 7ê Kanûnê banga greva giştî û xwepêşandanan kirin.

Herwiha Hengawê ragihandiye ku 2 ciwanên ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ku beriya niha hatibûn birîndarkirin jî jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin, Awat Qadirpûr roja 30yê Mijdarê, Îbrahîm Şerîfî yê 29 salî jî roja Sêşemê 29ê Mijdarê ji ber giraniya birînan can dane.

Li gorî ragihandina rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve ku piştî bûyera kuştina keça Kurd Jîna  Emînî di 17ê Îlona 2022an de dest pê kirine, 120 kes tenê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û ku 13 ji wan zarok in.

Li gorî amarên dawî yên Ajansa HRANAyê jî bi giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta niha 459 xwepêşander di serhildana seranserî de, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê hatine qetilkirin ku 64 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Dîsa di 75 rojên borî yên protestoyan de, 18 hezar û 195 xwepêşander hatine binçavkirin ku tenê nasnameya 3 hezar û 446 kesan hatiye zanîn.

Li gorî HRANAyê heta niha 157 bajar û 143 zanîngeh tevlî xwepêşandanên seranserî yên dijî deshilata Îranê bûne û 576 xwandekar hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku heta niha 1105 kombûnên seranserî yên protestoyî li bajar û zanîngehên seranserê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûne û hêzên rejîmê bi tundûtujiyê bersiva xwepêşandanên aştiyane dane.

Hêjayî gotinê ye, rojek berê jî piştî têkçûna tîma Îranê ya Futbolê li hember tîma Amerîkayê di Kûpa Cîhanê ya Qeterê de, li Rojhilatê Kurdistanê derketibûn kolanan û ew têkçûn pîroz kiribûn û gotibûn, tîma futbolê ya rejîma Îranê nûnertiya wan nake.