85 koçberên Kurd bi kestiyeke mezin a barhilgir hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Keştiyeke mezin a barhilgir, 85 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne û di Deryaya Egeyê ya ava Yûnanistanê de asê mabûn rizgar kir.
Li gor rojnamevan Piştîwan Caf diyar kiriye, keştiyeke mezin a barhilgir, koçberên Kurd rizgar kir û ber bi bendera herî nêzîk a Yûnanistanê têne veguhestin.
Piştîwan Caf daye zanîn: “Di nav koçberan de zarok û jin jî hene û rewşa tendirustiya wan baş e û hemû bi silamet in.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj in ve 85 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di Deryaya Egeyê ya ava Yûnanistanê de asê mabûn û metirsî li ser jiyana wan çêbûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin