Abbas Arakçi: Givasên ser Îranê pirsgirêkan çareser nakin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku DYA û Yekîtiya Ewrûpayê li ser sektora hewageriyê givaşan daniye lê tevî givaşan jî, wê Îran bi xwurtî di rêya xwe de dewam bike. Arakçi got ku diyalog divê li ser rêzgirtina du terefan be.
Abbas Arakçi, piştî DYA, Almanya, Îngîltere û Fransa givaşan danîn ser sektora hewageriya Îranê, daxwuyanî da û got:
“Îran di rêya xwe de bi xwurtî dewam dike. Her çendîn em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade bin jî, divê çareserî ne bi tehdîd û şiddetê lê bi rêzgirtin be.”
Arakçi got ku Tehran ti carê fuze nedaye Rûsyayê û givaşên ser Îranê yên ji terefê DYA û her 3 dewletên Rojava pirsgirêkan çareser nake.”
DYA, Almanya, Îngîltere û Fransa roja Sêşemê ragihandibûn ku wê dorpêçan deynin şîrketa dewletê ya Îranê ya bi navê Iran Airê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin