Abdullahiyan bi Hîzbûllahê re seredana gundeki sînorê Îsraîlê kir

28 April 2023 23:13 0 dîtin
Abdullahiyan bi Hîzbûllahê re seredana gundeki sînorê Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan, ji bo hevkariya Îranê ya bi Hîzbûllahê re nîşan bide, li başûrê Lubnanê, li ser sînorê Îsrailê seredana gundeki kir. Abdullahiyan di 26 ê nîsanê de çûye Lubnanê. Abdullahiyan li gundê bi navê Marun el Rasê ku ji gund axa Fîlîstîna di destê Îsraîlê baş tê dîtin, ji bo rojnamevanan ragihandinan kir û got:

“Îro car din, em bi dengê bilind dibêjin ku li hemberê rejîma Siyonîst, berxwedana li Lubnanê destek dikin.”

Di 6 ê nîsanê de li başûrê Lubnanê, Hîzbûllahê gelek roketan avêtibûn axa Îsraîlê û Îsraîl deverên başûrê Lubnanê bi gulên topan, topbaran kiribû.