AFP: Hemasê mercekî nû danî û pêsniyaza agirbestê red kir

05 May 2024 09:41 0 dîtin
AFP: Hemasê mercekî nû danî û pêsniyaza agirbestê red kir

PeyamaKurd – Di demeke ku danûstandinên bo agirbestê li paytexta Misir Kahîreyê berdewam dikin de, rayedarekî payebilind ê Tevgera Hemasê ragihand ku ew agirbesteke ku bi temamî dawiyê li şer neyînê qebûl nakin.

Li gorî ajansa AFPê ku dispêreke berpirsekî Hemasê, Hemes heta ku şerê li Xezeyê bi temamî neyê dawîkirin dê agirbestê qebûl neke.

Herwiha berpirsê Hemasê ji AFPê re gotiye, heta ku artêşa Îsraîlê ji Xezeyê venekişe û li ser agirbesta bi temamî dawîkirina şer li hev nekin, ew ti lihevkirineke agirbestê qebûl nakin.

 Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê jî ev pêşniyara Hemasê qebûl nekiriye û hê jî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû bi israr e operasyona li ser bajarê Refahê jî pêk bîne.