Afrîka Basûr: Di terefgirtina aliyê Rûsya û Rojava de em di bin zorê de ne

16 May 2023 00:51 0 dîtin
Afrîka Basûr: Di terefgirtina aliyê Rûsya û Rojava de em di bin zorê de ne

PeyamaKurd – Serokkomarê dewleta Afrîka Başûr Cyril Ramaphosa, ragihand ku ew di siyaseta derve de siyasetekî serbixwe dimeşînin lê di dijberiya navbera Rûsya û Rojava de, di bin zorekî zêde de ne. Ramaphosa, di daxwyaniya xwe de, behsa ku Amerîka dibêje Afrîka Başûr sîlihan difroşe Rûsyayê de, dadgerekî bêteref lêpirsînê dide dewam kirin û di vê mijarê de tewrê hukumeta wan, di wextekî nêz ya borî de, seredana Washingtonê kiriye û tewrê wan gihandiye Amerîkayê. Ramaphosa, di ragihandina xwe de got ku divê civaka navdewletî bi hevre bixebite da şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bi dawî bike û dewam kir:

“Rewşa me, dike aramanc ku ji bo şer bi awayekî mayînde bi dawî bibe, em destekê didin afirandina şertên çareseriyê. Pirsgirêka navbera her du dewletan bi rêya leşkerî çareser nabe û pêwiste bi siyasî çareser bibe. Em têkiliyên xwe bi Rûsya re serdest nagrin û nahêlin têkitiliyên me yên bi Rûsya re zerarê bide têkiliyên me yên bi dewletên din re.”

Li ser mijara ku serokerkanê artêşa Afrîka Başûr (SANDF) Korgeneral Lawrence Mbatha ji bo li ser mijarên leşkerî danûsitendinan bike li Rûsya li Moskovayê lê ziyaret ji berê de hatiye plankirin.

Balyozê Amerîkayê yê li Pretoryayê Reuben Brigety, di 11ê gulanê de ragihandibû ku Afrîka Başûr di dawiya 2022an de nêzî Cape Townê li baregeha deryayê ya Simon's Townê keştiyekî bazirganî ya Rûsyayê ya bi navê "Lady R" ji Afrîka Başûr ji bo Rûsyayê sîlih û muhîmmatan bar kiriye û biriye Rûsyayê.

Afrîka Başûr niha endamê BRICSê û di Afrîka de tekane endamê G-20a ye.