Basûrê parêzgeha Idlibê ji aliyê balafirên ser ên Rûsyayê hat bombebarankirin

17 October 2022 13:41 0 dîtin
Basûrê parêzgeha Idlibê ji aliyê balafirên ser ên Rûsyayê hat bombebarankirin

PeyamaKurd – Başûrê parêzgeha Idlibê ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê hat bombebarankirin û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê dan zanîn, sibeha îro Duşemê, balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Orim el-Coz, li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kirine.

Heman çavkaniyan diyar kirin, balafirên şer ên Rûsyayê çendîn êrîşên asmanî li ser wê navçeyê kirine û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne, lê heta niha tu hûrgilî nehatine belavkirin.