AfrinPost: Bendava Meydankê tije ye, lê avê nadin xelkê Efrînê...

03 April 2019 20:47 0 dîtin
AfrinPost: Bendava Meydankê tije ye, lê avê nadin xelkê Efrînê...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Efrînê ku niha di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyonê de ye, ji mehekê ve ava vexwerinê tune ye tevî ku bendava Meydankê ji ber baranê tijî bûye.

Li gor nûçeya AFRINPOSTê, şêniyên Efrînê ji ava vexwerinê bêpar mane ji ber ku komeleya Buhar a lihawarçûnê girêbesta (Eqid) xwe ya bi Encûmena Xwecihî re bi dawî bûye, ku bi wê girêbestê komeleya Buhar sotemenî (Mazot/Dizel) ji dezgeha Avê re dabîn dikir.

‘AV TUNE YE, LÊ PERÊ WÊ DISTÎNIN’

Rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr Ebdilqadir El-Hafiz fişarê li karmendên dezgehê dike daku diravên Avê ji Efrîniyan bistînin tevî ku av ji mehekê ve nagihêje malên Efrîniyan.

Hat zanîn ku diravên Avê tenê ji Efrîniyan distînin û Niştedagîrên Ereb û Tirkmen diravan nadin.

'ENDEZYARÊ PISPORÊ AVÊ MEH Û NÎV E GIRTÎ YE'

Herwiha milîsên îslamî yên girêdayî Tirkiyê di girtina Çavdêrvanê dezgeha Avê yê Efrînî Endezyar Ehmed Oso ji meh û nîvekê ve hîn berdewam in, tevî ku rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr EbdilQadir El-Hafiz serdana çavdêrvanê girtî dike daku zanyariyên çawaniya bikarxistina alavên dezgeha Avê jê wergire, çunkî Endezyar Ehmed Oso bixwe pisporê dezgehê ye.

Li gor AfrinPostê rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr El-Hafiz û cîgirê serokê encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê li ser projeya berfirehkirina dezgeha avê kar dikin daku diziya xwe bêhtir bikin û fişarê li ser Efrîniyan girantir bikin.