Li Efrînê bi vekirina deriyên bendava Meydankê re hin kolanên bajêr di bin avê de man

11 July 2021 18:33 0 dîtin
Li Efrînê bi vekirina deriyên bendava Meydankê re hin kolanên bajêr di bin avê de man

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber vekirina deriyên Bendava Meydankê bi bilindbûna asta avê re, hin kolan di bin avê de man.

Hat diyarkirin ku îro Yekşemê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ava Bendava Meydankê vekirin û di encamê de lehî li hin cadeyên bajarê Efrînê çêbû.

Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku îro li demjimêr 08:30 komên çekdar deriyên bendava Meydankê vekirine û asta avê li çemê Efrînê pir bilind bûye û ketiye nav hin cadeyên bajarê Efrînê ku heta piştî nîvro jî bilindbûna avê li nav Efrînê berdewam kiriye.

Beriya niha hatibû ragihandin ku planeke diziya ava bendava Meydankê heye ji bo tijekirina deryaçeya bendava Reyhanliyê li Tirkiyê.