Yûnanistan biryara vekirina deriyên sînor da

05 August 2021 23:09 0 dîtin
Yûnanistan biryara vekirina deriyên sînor da

PeyamaKurd – Dewleta Yûnanistanê bi sedema Kovid-19 ê 17 mehe ku deriyên xwe bo hemwelatiyên Tirkiyê girtiye. Niha biryarê da ku deriyên xwe bo hemwelatiyên Tirkiyê veke.

Beşa Karên Sîvîl ya Hewayî (YPA) ku bi ser wezareta Avahiyên Bingehîn û Gihandinê ve ye, di fermannameya 5 ê tebaxê de ragihand ku kesên sertîfîka wî ya vaccinê heye an encama testa wî ya "Covid-19 PCR/RAPID" ê negatîv be, ji 5 ê mehê û bi şûnde dikare derbasî Yûnanistanê bibe.

Kesên herin Yûnanistanê, pêwiste ku ‘forma geştiyariyê’ dagire û heman tişt bo 35 welatan û kesên di ser 12 salan de ne mecbûriyete.