Agir bi tesîsên TPAOyê yên Batmanê ket
PeyamaKurd – Agir bi tesîsên Kompaniya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ket.
Hat ragihandin ku îro 25ê Adarê danê nîvro agir bi tesîsên sosyal ên nav kargeha TPAOyê ketiye û hejmarek zêde ji tîmên hawarçûnê û îtfaîyê şewata ku derketiye vedimirînin.
Hat zanîn ku agir di nav avahiya têsîsa Kristal Parkê de derketiye û di demeke kin de li avahiyê belav bûye ku xebatên kontrolkirina şewatê berdewam dikin.
Sedema şewatê hîn nehatiye zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin