Li Batmanê agir bi Soraçanê ket
PeyamaKurd - Li Batmanê agir bi Navenda Danûstendinê MALLê ket. Li gor zanyariyan, agir pir mezin bûye û ew der kiriye xwelî. Ekîbên agirkuj, agir xistine bin kontrolê.
Parêzgerê Batmanê Hulusi Şahîn di daxuyaniyê de got, ‘‘ Agir ji ber pirgirêkek ceyranê ya li reyona fêkîyan de derketiye. Bi rastî jî agirekî mezin derket. Ji ber ku plastikên firoşgeha cil û bergan û ya pêlîstokan hemû şewitîne, gazên jehrî û duman ji wan derketiye, belav bûye.
Cihê herî mezin ê ku danûstendin lê tê kirin li Batmanê Navenda Danûstendinê MALL bû.
Sedema rast ya agir derxistiye nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin