Agir gelek deverên Kore ya Basûr daye ber xwe

06 April 2019 01:21 0 dîtin
Agir gelek deverên Kore ya Basûr daye ber xwe

PeyamaKurd- Îşev li Kore ya Başûr agir bi daristanê ket û bi sedema bayê zêde û gur, şewat li deverên Sokcho, Gangneung û Donghae yê belav bû û bi sedema vê bobelatê li welat felaketa netewî hat îlankirin.

Heya niha li dora 400 xanî û 500 hektar arazî tehrîb bûye. Bo vemirandina agir 10 hezar kes tevî xebatê bûne û li dora 4 hezar kes ji ciyên wan hatine tehliyekirin.