Li Kore ya Basûr agir bi fabrika pîlan ket: 22 karker can dan

24 June 2024 23:58 0 dîtin
Li Kore ya Basûr agir bi fabrika pîlan ket: 22 karker can dan

PeyamaKurd – Li Kore ya Başûr li bajarê sanayiyê yê bi navê Hwaseongê di fabrika aîdê şîrketa Aricellê de şewat derket. Fabrîka ji payîtexta Korê ji Seulê 25 km dûre û piraniya karkerên di fabrîkê de dixebitin karkerên Çînî ne. Fabrîka bûye ku nayê bikaranîn. Di encamê de 22 karker can dan û 8 karker jî birîndarin.

Li gor agahiyên Navenda Şewatê û Afatan ya Gyeonggiyê; di nav candayiyan de 18 karker Çînî û yek Laosî ye ku di fabrîkê de 20 karkerên biyanî hebûne. Nasnama karkerê dinê heya niha nehatiye tesbîtkirin.

Şewat, di depoya ku li dora 35 hezar pîl tê de hene derketiye, bi teqîna hucrên pîlan destpêkiriye û nayê zanîn bê çima şewat derketiye.