Ahmet Davutoglu: Amerîka ji bo min dibêje, “Mirovê herî xeternak ê Rojhilata Navîn”
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û serokwezîrê bere yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îdia kir ku rayedarên Amerîkayê wî wek “mirovê herî xeternak ê Rojhilata Navîn” bi nav dikin.
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di Haberturk TVyê de rojev nirxand.
Davutoglu bi îdiaya ku Amerîka ew wekî “mirovê herî xeternak ê Rojhilata Navîn bi nav dike,” û bersiv da hin rexneyên li hemberî wî û wiha got: “Dibe ku min rexne bikin, lê heke hûn hewl bidin ku min wek mirovê herî xeternak ê Rojhilata Navîn bibînin , xelet e.”
Davutoglu diyar kir ka çawa li Rojhilata Navîn mirovê herî xeternak e û wiha got:
"Axaftina amerîkîyekî hat ji min re ku li Tirkiyeyê li gel siyasetmedarekî wefatbûyî kiribû wek notayeke îstîxbaratê. Wî amerîkî digot, “Êdi zûtirîn deme amadekariya avakirina partiyeke siyasî bikin.”
Davtuoglu bi îdiaya ku Tirkiye li dijî kurdan şer nake, got, “Min lîstikên ku dixwestin Tirkiyeyê bi kurdan bikin şer pûç kirin. Referandûma ku dê mafên tirkmenan ji holê rake hê jî li Kerkûkê nehatiye kirin.”
“Armanca Îsraîl ew e ku welatên ereb û Tirkiyeyê bera hev de”
Davutoglu behsa resepsiyona vekirinê ya meclisa Tirkiyeyê û diyaloga di navbera xwe û serokê MHPê Devlet Bahçelî de jî kir û got:
“Min spasiya birêz Bahçelî kir. Dema ku muxalefetê der barê Hamasê de danasîna terorê dikir helwêsta birêz Bahçelî girîng bû. Ger ku dewlet hewceyî min be ez li vir im. Ez ê bi birêz Bahçelî re jî hevdîtinê bikim. Ji bo vê yekê tu astengî tune. Ji bo kesên ku niha li ser desthilatdariyê ne, dê ev yek baş be: Eşkere ye ku stratejiya Îsraîlê ye ku welatên ereb, tirk û kurd, ereb û farisan bera hev de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin