Davutoglu: Bahçelî tim dibêje Serok Ahmet û heqaretê li Kurdî dike!
PeyamaKurd - Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li ser piçûkxistina zimanê Kurdî rexne li Serokê MHPê Devlet Bahçelî girt.
Davutoglu di serdana xwe ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de, ji rojnamevanan re got: “Ji ber xelkî ji min re got `Serok Ahmet` Bahçeli li Enqerê dihîre û hêrs dibe. Her car dibêje `Serok Ahmet` û heqaretê li Kurdî dike. Wiha dizane min tawanbar dike. Kurdî wek gotineke nerênî bikar tîne. Ez heqareta li zimanan wek heqareta li mirovahiyê dibînim.”
Ahmet Davutoglu diyar kir: “Mixabin AK Partî hewqasî zêde bû otorîter ku, perspektîfa îdeolojîk a vê otorîteriyê Perînçek (Serokê Partiya Vatan) û hinek marksîstên dogmatîk ên li Beştepeyê (Koşka Erdogan) dikin û venêrîna wê jî aktorên salên 90î yên wek Bahçeli dikin.”
Davutoglu li ser pirsa Kurd got: “Ya girîng ev e; Kurdî wek zimanê dayikê hem pîroz û hem nîmeta Xwedê û hem jî wek mafê mirovan bê dîtin. Piştî ev hat dîtin, encamên pratîk dê çawa bên cîbicîhkirin em ê li ser biaxivin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin