Ahmet Tûrk: Êdî em dikarin sîstemê biguherînin!
PeyamaKurd- HDPê duh li Rihayê fitarek da. Namzetê HDP û Şaredarî Bajarê mezin yê Mêrdînê yê berê Ahmet Tûrk jî beşdarî fitarê bû û got ku êdî ew hêza me heye ku em sîstemê biguherin.
Ahmet Tûrk wiha berdewam kir: Êdî wextê wê hatiye ku gelê Kurd ji wan xefkên li pêşiya xwe xilas bibe. Hûn zarokên wî gelî ne ku bi salan e ji bo azadiya xwe têkoşînê dike. Ji bo ku em ji vê sîstema zalim xwe xilas bikin, îmkanek li pêşiya me heye. Recep êdî rêwî ye, ew ê biçe. We Efrîn, Cizîr û Nisêbîn dît. We ev zilim jibîr nekir. Elewiyan, kesên mezlûn û yên dî jî fêhm kirin ku em mafdar in. Sîstemek, bi tirsê ava kirine. Lê belê êdî em dikarin wê sîstema zilimkar li erdê bixin. Tenê bila em bi xwe bawer bin û têkoşînê bibin. Çawa be û çilo be em ê bi ser kevin. Têkoşîna me, ne têkoşîna kursiyekî ye. Têkoşîna pêşerojeke azad û wekhev e. Bajarê Îbrahîm Xelîl (e.s.) wê bersiva van zaliman bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin