Ahmet Tûrk: Ku hîle tune bin ev îqtîdar wê biçe!

23 June 2018 12:27 0 dîtin
Ahmet Tûrk: Ku hîle tune bin ev îqtîdar wê biçe!

PeyamaKurd- Şaredarê Bajarê mezin yê Mêrdînê yê berê ku ji wezîfê hatibû dûrxistin Ahmet Tûrk di derbarê rojevê de axivî û daxuyaniyên girîng dan. Tûrk got ku heke AKP hîleyan neke, vê carê bi ti şiklan bi ser nakevin. Êdî ew yê çûnê ne.

Tûrk wiha berdewam kir:  Vê carê îqtîdar wê winda bike û rayên Recep Tayyip Erdogan jî wê bi bin %50î bikevin. Divê her kes li sandoqan xwedî derkeve.

Ahmet Tûrk got ku ez dibînim ku hemî gelê Tirkiyê êdî guhertinekê dixwaze û binve binve pêleke mezin tê. Vê carê hêviya min pir mezin e.

Li ser rewşa namzetê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş jî Tûrk got ku di şertên pir zehmet de xebatên xwe didomîne. Ji xeynî wî jî gelek endam û xebatkarên me di girtîgehan de ne. Lê dîsa jî em hêviya xwe qut nakin.

Tûrk got ku Erdogan jî dibîne ku HDP bendê derbas dike. Ji ber vê yekê talîmat da û got ku HDPê di bin bendê de bihêlin.