Ahmet Tûrk: Selahattin Demirtas wê ji %15an bistîne!

08 May 2018 11:39 0 dîtin
Ahmet Tûrk: Selahattin Demirtas wê ji %15an bistîne!

PeyamaKurd- Şaredarê Mêrdînê yê berê Ahmet Tûrk di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de got ku Selahattin Demirtaş herî kêm wê ji %15an bistîne.

Ahmet Tûrk li ser peyvên xwe yên ku gotibû “Ew kesên ku bi me re hevkariyê nakin, em çima wan destek bikin!” jî hinek daxuyanî dan.

Ahmet Tûrk wiha berdewam kir: Em hewl bidin ku Selahattin Demirtaş bimîne tûra duyem. Têkoşîna me li meydanê ye. Zext û zorê li ser gelê Kurd jî li meydanê ne. CHP dibêje em ji bo domokrasiyê dixebitin. Lêbelê xwe ji Kurdan dûr dikin. Demokrasî, ne ev e.

Li ser pirsekê Ahmet Tûrk wiha got: Di tûra duyem de jî li gorî şert û mercan em ê biaxivin û biryarekê bidin. Ji berê de ez vê dibêjim; heke hûn Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin, rêya vê jî gelekî eşkere ye. Ku hûn Kurdan li derve bihêlin, ti caran hûn nikarin Tirkiyê demokratîk bikin û îqtîdarê biguherînin.