Ajansa Anadolûyê: MÎTê Berpirsê Rahênanên Teqemeniyan ê PKKê Umîd Tarhan kust

31 August 2022 13:59 0 dîtin
Ajansa Anadolûyê: MÎTê Berpirsê Rahênanên Teqemeniyan ê PKKê Umîd Tarhan kust

PeyamaKurd – Ajansa Anadolûyê diyar kir, MÎTa Tirkiyê bi operasyoneke taybet berpirsê rahênanên teqemeniyan ên PKKê Umîd Tarhan kuşt.

Nûçeya ajansa Anadolûyê diyar kir, Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) li çiyayê Garê operasyoneke taybet li dar xist û tê de Berpirsê Akademiyên PKKê yên Rahênana teqameniyan PKKê Umîd Tarhan hat kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê eşkere dikin, Umîd Tarhan ê bi nasnavê "Rêzan Amed" piştî ku li Berlînê bi rêxistinên PKKê re dixebite, di sala 2009an da tevlî kadroyên PKKyê yên li çiyê dibe.

Droneke Tirkiyê roja 29ê Tebaxê otomobîleke çekdarên PKKê kir armanc û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin û di derbarê wê de Dijeterora Kurdistanê destnîşan kir, droneke artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Behrava li nêzîkî komelgeha Xanesorê ya li qezaya Şingalê, otomobîleke çekdarên PKKê bombebaran kir.