Îddiaya MÎTê: Me berpirsê YPGê yê Qamisloyê bêbandor kir
PeyamaKurd – Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) îddia kir ku bi operasyona ku li Qamişloyê li dar xistibû, berpirsê PKK/YPGê yê Qamişloyê Eymen Coli bêbandor kiriye.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, MÎTê tesbît kiriye ku Coli yek ji rayedarên payebilind ên rêxistinê yên li Sûriyeyê ye.
Hat ragihandin, Coliyê ku bi îstîxbarata tavilê hat şopandin tevgerên wî piştî ku şert û mercên guncav hatin çêkirin bi operasyoneke serkeftî hat berterefkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku berpirsê YPGê yê Qamişloyê li Amûdê ya Sûriyeyê berê li ser xeta sînor li dijî hêzên ewlehiyê çalakî organîze kiribû û di çarçoveya operasyona Kaniya Aştiyê de li dijî hêzên ewlehiyê şer derketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin