Tirkiyê: Berpirsê Lîwaya Çavras a YPGê li herêma Sedadê hat kustin
PeyamaKurd – Tirkiyê kuştina berpirsekî di nava YPGê de li Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Medyaya Tirkiyê diyar kir, Ayub Yakut yê bi navê “Amed Dorşîn” tê naskirin û Berpirsê Lîwaya Çavraş a YPGê bû, li herêma Şedadê ya li başûrê Hesekê hatiye kuştin.
Herwiha hat eşkerekirin, Ayub Yakut ji ber kiryarên li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, ji aliyê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ve dihat şopandin.
Agahiyên hatine belavkirin destnîşan dikin, Eyyûb Yakut di sala 2010an da li herêma Mûşê di nav rêxistina ciwanan a PKK (Ciwanên Welatparêzên Şoreşger) de operasyon kiribû.
Herwiha Eyup Yakut di sala 2013an de tevlî kadroyên gundewarî yên PKKê bû. Di sala 2020an de li Akademiya Dilovan a li Kobanî-Sirrînê perwerdeya çêkirina bombeyan dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin