Akademîsyenê Çînî: Di navbera Kurdî û Çînî de peyvên hevpar hene

13 June 2024 11:32 0 dîtin
Akademîsyenê Çînî: Di navbera Kurdî û Çînî de peyvên hevpar hene

PeyamaKurd – Akademîsyenê Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê Hu Çi Wey diyar kir ku di navbera Kurdî û Çînî de peyvên hevpar hene û got, "Nan jî bi Çînî 'nan' e."

Hu Çi Wey da zanîn ku wî di navbera Kurdî û Çînî de xebatên berawirdkirinê kirine û got, "Kurdî zimanê tîpan e û Çînî jî zimanê tîpan e."

Akademîsyenê Çînî Hu Çi Wey ku li zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê mamostetiyê dike, diyar kir ku dema dest bi hînbûna zimanê Kurdî kiriye, haya wî ji hebûna peyvên hevbeş di navbera zimanê dayikê û Kurdî de hebû.

Nan bi Çînî 'nan' e

Hu Çi Wey got, “Dema ez fêrî Kurdî bûm, ez pê hesiyam ku di navbera Kurdî û Çînî de peyvên hevpar hene. Mînak em bi Çînî ji bo pîvaz û ji bo hewşê jî dibêjin ‘hawç’. “Nan jî di zimanê Çînî de wek “nan” tê bikaranîn.

Akademîsyen Hu Chi Wey da zanîn ku ew niha hînî Kurdî dibe û dibe ku di pêşerojê de zimanê Kurdî fêrî gelê Çînê bike û ji bo vê jî planek wî heye.

Hu Chi Wey diyar kir ku li Iraq û Herêma Kurdistana Federal gelek şîrketên Çînî hene û eger ciwan hînî Çînî bibin wê şansê wan ê ji bo peydakirina kar zêde bibe.

Rûdaw