Akademîsyenê Çînî bi teknolijiya "Ji ber çavan winda kirinê" biserket

06 December 2023 17:56 0 dîtin
Akademîsyenê Çînî bi teknolijiya "Ji ber çavan winda kirinê" biserket

PeyamaKurd - Akademîsyenê Çînî Chu Junhao teknolojî û hinek meteryalan bikaranî û  “nedîtbarî” ango xwe windakirina li ber çavan keşif kir.

Chu Junhao ji bo keşfa xwe got, “Ev ne sihirbaziye, rêbazeke zanistî ye.”

Akademîsyenê Akademiya Zanistî ya Çînê Chu Junhao, di Şeva Super a Zanistê de kefşa xwe ya “teknolojiya nedîtbariyê” û “Testa Bandorkeriya Rêbazên Nepenîtiyê yên Optîkî” nîşan da.

Şêweya wî ya teknolojik a xwe li ber çavan windakirinê fîlma  “Harry Potter” bi bîr xist.

Temaşevanan keşfa Junhao wekî “Pelerînê nedîtbariyê yê Harry Potter” binav kir.

Junhao : Ev ne sihîrbazî ye, teknolojiye

Junhao dema ku keşfa xwe nîşan da got:

“Ev ne sihirbazî ye, ev zanist e. Dê pelerînê Harry Potter wekî tişteke rojane were bikaranîn.”

Junhao diyar kir ku bingeha bi şikestina ronahiyê pêk tê.

Junhao danesîna taybetmendiyên amûrên bi kar aniye kir û diyar kir ku ew dikarin “indeksa şikestinê” ji bo nedîtbariyê bikar bînin.