Akademîsyenê Kurd kete lîsteya zanyarên herî bi bandor ên Cîhanê
PeyamaKurd – Zanîngeha Stanford a Amerîkî, mamosteyê Kurd Prof. Dr. Azîz Berzincî ji Zanîngeha Soranê xiste lîsteya akademîseyenên herî bibandor.
Dr. Azîz Berzincî derbarê lîsteyê de, li ser rûpela we ya Facebookê got: “Tevî hemû astengî û zehmetiyan, spas ji Xwedê re ku Zanîngeha Stanfordê îsal (2024) ez xistim nav lîsteya ji sedî 2yê zanyarên cîhanê.”
Prof. Dr. Azîz Berzincî, di bernameya Rûdawê de li ser lîsteya Stanfordê da zanîn: “Li gorî amarên UNICEFê li cîhanê 10 mîlyon lêkolîner hene. Ji sedî 2yê wan 200 hezar kes in û ez jî di nava van 200 hezar kesî de me.”
Berzincî diyar kir ku zanyar li gorî amarên profîlên Google Scholar hatine hilbijartin û da zanîn, ew zanyar û pisporên hatine hilbijartin divê bi zanistên pratîkî re mijûl bibin û lêkolînên ku ew dikin di xizmeta civakê de bin.
Dr. Berzincî got ku bi rêya nanoteknolojiyê partîkûlên nû çêdikin û tevî tîmekê bihêz bi hin rêbazên hewl didin nexweşên penceşêrê derman bikin.
Berzincî diyar kir, partîkulên ku ew çêdikin tenê bi şaneyên penceşêrê re şer dikin û zirarê nadin şaneyên saxlem ên bedena însên û tîma wî tekane tîm e ku ji nebatan partîkulan diafirîne û wan li dijî penceşêrê bikar tîne.
Xebatên Berzincî 2 hezar û 375 caran ji aliyê cihana akademîk hatine nirxandin. 27 lêkolînên wî yên li ser penceşêr û nanoteknolojiyê li çar aliyê cîhanê wekî çavkanî hatine bikar anîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin