Serok Barzanî: Lîsteya 190ê, lîsteya berevanên rûmeta Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bang li endam û alîgirên PDKyê kir û got:
“20 Cotmehê, dengên xwe bidin lîsteya hejmara 190ê. Ev lîste, lîsteya berevanên rûmeta Kurdistanê ye; ya pêşmerge û şehîdan e.”
Serok Barzanî, di heman bangê de ji endam û alîgirên PDKyê xwest ku ew bêhnfireh bin û xwe weha anî zimên: “Ez ji we dixwazim ku hûn xwe ji tundiyê bi dûr bixin û zimanekî req bi kar neyînin. Nehêlin ku hinek we ber bi nîqaşên bîlasebeb ve biajon. Berevaniya rûmet û rêgeza partiya xwe bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin