Lahor Sêx Cengî dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê berda
PeyamaKurd – Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê berda.
Lahor Şêx Cengî, bi peyameke bi dîmen diyar kir, sedema berdanê ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji parçebûnê bû.
Şêx Cengî desthilata xwe bi awayek demkî pêşkêşî hevserokê duyemîn kir, heta dema sererastkirina rêziknameyê.
Herwiha li ser hilbijartina bêdeng, Lahor ev tişt anî ziman:
“Baweriya min bi karanîna bi hêzê nebû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hizbî nîne.
Nabe li vê herêmê rê bêdayîn hin kesan ji bo armacên xwe yên şexsî bi kar bînin.”
Herî dawî Lahor Şêx Cengî destnîşan kir, hikûmraniya Herêma Kurdistanê piştgiriya hemû karên reformê û paksaziyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin