Amerîkayê serokê rêxistineke li Sûriyê xist lîsteya ‘Terorîstê Gerdunî’ û xelat bo wî danî

12 April 2023 18:30 0 dîtin
Amerîkayê serokê rêxistineke li Sûriyê xist lîsteya ‘Terorîstê Gerdunî’ û xelat bo wî danî

PeyamaKurd – Amerîkayê serokê rêxistina Hurraseddin a li Sûriyê Samî Uraydî, wekî terorîstê gerdunî yê bi taybet hatiye diyarkirin pênase kir û xist lîsteya terorîstên biyanî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku yên derbarê Samû Uraydî de, agahiyan bi Amerîkayê parve bikin, dê bi 5 milyon dolaran bên xelatkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku komên wekî Huraseddîn ên tundrew, kuştinkariyê di nav komên kemîne yên civakê de dikin, xelkê direvînin û berpirsên bûyerên tundûtujiyê ne.

Rêxistina Huraseddîn rêxistineke çekdar a girêdayî El Qaîdê ye ku di nav şerê naxwe yê Sûriyê de cî digire. Amerîkayê heta niha çend caran li Sûriyê bi ser lîderên wê rêxistinê de êrîşên asmanî pêk anîne.