Jeffrey: PKK rêxistineke terorê ye û divê ji Sûriyê derkeve
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey got, “Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) rêxistineke terorê ye û divê ji Sûriyê derkeve.”
Jeffrey di hevpeyvîna bi rojnameya Syria Direct re de dibêje, “Hebûna PKKê li Sûriyê yek ji pirsgirêkan e. PKK rêxistineke terorê ye û em dixwazin bibînin ku çekdarên wê rêxistinê ji Sûriyê derdikevin.”
Jeffrey herwiha gotiye, “Hebûna PKKê sedemeke sereke ya aloziyên Sûriyê yên li gel Tirkiyê li ser sînor e.” û diyar kiriye: “Em dixwazin wan aloziyan kêm bikin, ji ber ku hevkariyeke me ya gelekî baş bi Tirkiyê re heye."
James Jeffrey daye zanîn, rêkeftina wan ya derbarê tevgerên leşkerî bi Tirkiyê re heye, lê Tirkiye jî dilgiraniyeke wê ya kûr li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKKê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin